Bi projeya GAPê Bakurê Kurdistanê dibe navenda berhemanîna çandiniyê

01-08-2020
RÛDAW
Bi projeya GAPê Bakurê Kurdistanê dibe navenda berhemanîna çandiniyê
Bi projeya GAPê Bakurê Kurdistanê dibe navenda berhemanîna çandiniyê
Nîşan GAP Bakurê Kurdistanê Projeya GAPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê projeya Başûrê Rojhilatê Anadolê (GAP)  ya ku ev çend sal in kar li ser tê kirin, hêj negihîştiye qonaxa dawî. Di çarçoveya wê projeyê de çend bendav têne çêkirin ku dê yek ji armancên wan berhemanîna elektrîkê be.

Karkirin bo avdana navçeyên çandiniyê yên parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi rêya Projeya GAPê berdewam e , bi vê yekê jî Bakurê Kurdistanî dibe navenda berhemanîna xwarinê.

Bi rêya wê projeyê asta avê bi armanca avdanê li navçeyên çandiniyê yên Êlihê, Semsûrê, Amedê, Dîlokê, Kîlîsê, Mêrdînê, Sêrtê, Riha û Şirnexê bi rêjeya ji sedî 11.4 tê gihandin bo rêjeya ji sedî 28.

Birîkarê Fermangeha Geşbûna GAP li Bakurê Kurdistanê Mehmet Açgoz ragihand, keşûhewa, başbûn û bereketa axa navçeyê di warê çandiniyê de û avdana van navçeyên çandiniyê jî dibe sedema ku berhemê navçeyê zêde pir bibe.

Mehmet Açgoz dibêje: “Heta niha me karîbû nêzîkî 572 hezar hektar zevî ji tevahiya 3 milyon û 200 hezar hektar zevî av bidin, ku plana karê GAP gihişte qonaxa yekem, nêzîka yek milyon û 60 hezar hektar zevî tê avdan. Jiber van navçeyên çandiniyê ku heta niha bi rêya wê projeyî hatine avdan, berhemanîna Pembo bi rêjeya ji sedî 60e, nîskên sor bi rêjeya ji sedî 98e, genim bi rêjeya ji sedî 20e, garis bi rêjeya ji sedî 25e. Ligel avdankirina zêdetir a navçeyên çandiniyê jî berhemên pincarên bitewaş, şînkayî û mêwe jî zêde dibe, ku bo welatê me pêwîstin.”

Herwiha firehbûna corên çandiniyê jî li van parêzgehan, girîngiyeke zêde pê tê dan, bi tevahî jî roleke girîng tevdigerîne bo bilindkirina dahatê welatiyan.

Açgoz da zanîn ku heta niha ji sedî 54 avdankirin di projeya GAP de hatiye kiri û wiha pê de çû: “Kanala veguhestina avê bo navçeyên çandiniyê hatiye amadekirin. Di siberojeke nêzîk de jî di bernameyê me de ye, ku 130 hezar hektarên din zeviyên çandiniyê av bidin.  Berê kenala serekî ya gihandina avê bo navçeyên çandiniyê ji van 9 bajaran re 233 kîlometre bû, lê di plana nû ya projeya GAP de kanal bo 1500 kîlometre hatiye dirêjkirin. Herwiha karkirin li ser dabeşkirina tora gihandin û dabeşkirina avê bo 130 hezar hektar berdewam dibe.”

Projeya GAP, bi 5 bendavên mezin li ser çemê Firat û bendavek jî li ser çemê Dicle çêbûye û bi dehên projeyên avdanê û berhemanîna elektirîkê lixwe digire. GAP yek ji stratejîtirîn û mezintirîn projeyên avê ye li Rojhilata Navîn. Jiber vî projeyî pirsgirêka kêmbûna avê berdewamî ji Iraq û Sûriyê re çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst