DIYALE – Ji ber şerê DAIŞê berhemên çandiniyê %50 kêm bûne

01-08-2017
RÛDAW
Diyale
Diyale
Nîşan Diyale çandinî kêmbûn DAIŞ şer
A+ A-

Diyale (Rûdaw) – Beriya şerê DAIŞê parêzgeha Diyaleyê ji bo parêzgehên din nêzîkî nîvê sewze û mêweyan dabîn dikir. Lê niha bazarên Diyaleyê bi xwe sewze û mêweyan hawirde dike. Sedema wê jî hatina DAIŞê û aloziya li parêzgehê ye ku xelk naçe ser zeviyên xwe yên çandiniyê.

 

Niştecihên 35 gundên sînorê bajarokê Gulale ku di sala 2014an de DAIŞê ew der kontrol kiribû, nikarin vegerin cih û warên xwe. Navçeya wan jî weke "navçeya qedexekirî” hatiye ragihandin.

 

Li gor amarên Çandiniya Gulale, niha  rojane nêzîkî şeş ton sewze û mêwe hawirdeyî bajarokên Gulale û Seîde yên li sînorê Diyale têne kirin.

 

Herwiha li gor amarên Jûra Çandiniyê ya Seîde, li her du bajarokên Seîde û Gulale, li 289 hezar û 789 donim zevî vala ye û ti tişt nehatine çandin. Ji ber vê jî 1750 cotkar bêkar mane.

 

Li sînorê parêzgeha Diyaleyê 336 milyon û 652 hezar donim zeviyên çandiniyê hene ku li ser asta Iraqê ji sedî 4.5ê hemû zeviyên çandiniyê pêk tîne. Tevî vê yekê, tenê 744 hezar û 308 donim têne çandin û 13 hezar û 988 cotkar têde dixebitin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst