Pevçûn bandorê li bazara xaniyan jî dike
Amed (Rûdaw) - Piştî ku li Bakûrê Kurdistanê di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de dîsa şer û pevçûnan dest pê kir wekî hemû aliyên bazirganiyê bazara kirîn û firotina xaniyan jî ji vê yekê bi neyînî bandor bû. Emlakvan dibêjin karê wan niha xirab e û kirîn û firotin rawestiya ye.
Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê kirîn û firotina xaniyan ji ber têkçûna aramî rawestiyaye û emlakvanên ku xanî dikirin û difiroşin jî ji vê yekê bi gilî ne. Emlakvan amaje dikin ku eger rewş wiha bidomê dê pêşiya me de rojên xiraptir werin.
Emlakvan di wê baweriyê de ne ku heta li Bakûrê Kurdistanê rewş aram nebe dê karê wan jî her roj bikeve û ji ber ku Amed navendeke girîng e ev yek bandorê li hemû herêmê dike.
Beriya ku şer û pevçûn dîsa despê bikin li Amedê bazara kirîn û firotina xaniyan di asteke baş de bû û niha li gorî beriya şer %40 kirîn û firotin ketiye.