5emîn keştiya nefta Kurdistanê ji bendera Ceyhanê bi rê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Pêncemîn keştiya ku milyonek bermîl petrola Herêma Kurdistanê bar kiriye ji bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi rê ket.

Li gorî nûçeya TRTê, keştiya bi navê Kamarî duh li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê yek milyon bermîl petrola Kurdistanê bar kir.

Li gorî nûçeyê, keştî îro saet 16:17 bi dema Hewlêrê bi rê ket û li gorî sîstema şopandina navdewletî berê xwe da bendera Port Seîd a Misrê.

Di nûçeyê de hat gotin ku nayê zanîn ew keştiya ku nefta Kurdistanê bar kiriye dê barê xwe ji kê re û li kuderê vala bike.

Birêketina 5emîn keştiya petrola Kurdistanê wisa tê şirovekirin ku zêdebarî her cure nexweşiyekê rêveberiya Herêma Kurdsitanê biryar daye nefta xwe derbasî bazarên cîhanê bike.

Beriya niha jî 4 keştî tijî petrola Herêma Kurdistanê ji bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê derbasî bazarên cîhanê bibûn. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî gef li wan welat û şîrketên ku nefta Kurdistanê dikirrin xwaribû û ragihandibû, dê li dijî wan dozê vebike.  

Amerîka jî ragihandibû, ew li dijî wê ne ku Herêma Kurdistanê bêyî rizamendiya Bexdayê neftê bifroşin lewma ji wan 4 keştiyan tenê barê yekê hatibû firotin.

Lê duh êvarê, alîkara berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Marie Harf di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku Amerîka li dijî hinartin û firotina nefta ti beşeke Iraqê nîne.

Harf her wiha gotibû, firotina petrolê bêyî rizamendiya Bexdayê ji qanûnîbûn yan neqanûnîbûnê zêdetir tiştekî stratejîk e.