Li Tirkiyê pereyên bo bîmeya xanenişînbûnê esnaf xistine tengasiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdebûna pereyên bo bîmeya xanenişînbûnê esnaf û dikandar xistine tengasiyê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gor par, nirxê prîmên bo bîmeya xanenişînbûna esnaf û dikandaran derdora sê qetan hatiye zêdekirin.

Esnafê ni navê Feyaz Adiguzel ku ev 23 sal in li Enqerê çanteyan berhem tîne, ew dixwaze ji Saziya Bîmeyên Civakî ya Karmendên Serbixwe, Esnaf û Pîşesazkaran (BAGKUR) xanenîşn bibe, lê ji bo wê jî her meh beşeke mûçeyê xwe weke bîme dide wê saziyê. Feyaz dibêje ku  berê bi heqê 2 çanteyan dikarîbûn pereyê bîme bidin lê niha divê 20 heta 30 çentan bifroşe heta ku bikarbe pereyan bide .

Îsal bihabûna nirxê prîmên mehane Feyaz û gelek esnaf û karmendên weke wî  di warê aborî de xistine tengasiyê.

Esnaf Feyaz Adiguzel dibêje: “Berê hevalên me yên esnaf digotin, hûn du çenteyan bifiroşin pereyê BAGKURê derdikeve, lê xelet fehm nekin hûn niha 20-30 çenteyan jî bifiroşin pereyê BAGKURê dernakeve. Ji ber ku 3 hezar lîre pereyek gelek zêde ye ne pereyek kêm e.”

Sala borî esnaf, dikandar û cotkaran hezar û 908 lîre ji mûçeyê xwe bo xenenişînbûnê didan BAGKURê. Pereyê ku îsal didin bo 2 hezar û 952 lîre  zêde bûye. Di van şert û mercan de jî  beşek ji wan xanenîşînbûnê wek xeyalekê dibînin.

Esnaf Goksel Sonmez jî got: “Em dixwazin xanenişîn bibin, lê em êdî nikarin xeyal jî bikin. Ji ber ku di rewşa heyî de zehmet e.”

Niha mûçeyê xanenişînekî BAGKURê 5 hezar û 500 lîre wate derdora 292 dolar e. 

Welatiyek ji bo ku, ji vê saziyê xanenişîn bibe divê nêzîkî 25 salan prîmên xwe yên mehane razîne.

Li gor amaran di dû salên dawî de 172 hezar û 747 cotkaran ji ber bihabûna nirxan dest ji razandina prîmên xwe yên BAGKURê berdane.