Wezareta Darayî: Bexdayê tu pere bo meaş neşandine
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Banka Navendî ya Iraqê 250 milyar dînar şandine Liqa Banka Navendî ya Hewlêrê, lê ti peywendiya wê bankeyê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nine û tu pere jî bo dabeşkirina meaş negehiştine wan.
Di daxwiyaniyeke sê xalî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: “Roja Pêncşema borî (25.01.2018) Banka Navendî ya Bexdayê 250 milyar dînar ji Liqa Banka Navendî ya Hewlêrê re şandine. Ti peywendiya wê bankeyê bi Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nine û karê xwe li gor biyara Banka Navendî ya Iraqê dike.”
Di daxwiyaniyê de tê tekez kirin k utu pere ji Bexdayê negehiştine wan bo dabeşkirina meaşê fermanberên Kurdistanê û lijneyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine pêkanîn û li ser karê xwe berdewam in bo çareserkirina pirsgirêkan.
Di xala sêyem a daxwiyaniyê de wiha tê gotin: “Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê hemû aliyekî piştrast dike ku wezaret dê li ser dabeşkirina meaş berdewam be û çi pere ji Bexdayê bên dê ji raya giştî re bê ragehandin.”
Hefteya borî Banka Navendî ya Iraqê 250 milyar dînar xistibûn ser hesabê Liqa Banka Navendî ya Iraqê li Hewlêrê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî îro ragihandibû ku Bexdayê ti zanyarî nedane ka bo çi mebestê ew pere xistine ser hesabê Liqa Banka Navendî ya Iraqê li Hewlêrê.