Iraq: Meha borî rojane 2 milyon û 228 hezar bermîl neft hatiye hinartin

01-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Petrola Iraqê ragihand, Iraqê di meha Çileya îsal de rojane 2 milyon û 228 hezar bermîl hinardeyî derve kiriye.

Wezîrê Petrola Iraqê Ebdilkerîm Liêbî, ji malpera sumarianewsê ya iraqî re ragihand, bi awayekî navgîn Iraqê meha borî rojane bi rêya benderên başûr û boriya Kerkûk-Ceyhanê 2 milyon û 228 hezar bermîl neft şandiye derve.

Ebdilkerîm Liêbî da zanîn, ji wê pişka ku hatiye hinartin rojane 2 milyon û 36 hezar bermîl bi rêya bendera Besrayê û rojane 192 hezar bermîl jî bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê dihat hinartin.

Li gorî wezîrê petrola Iraqê, ev asta hinartina petrolê ne li gorî asta ku dihat xwastin bû, sedema wê jî êrişa çekdaran li dijî boriya Kerkûk-Ceyhanê û xirabiya rewşa hewayê li başûrê Iraqê bû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst