Li Gabarê bîreke nû ya petrolê hat vekirin

01-01-2025
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê Şirnex Bîra Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê merasîma vekirina bîreke nû ya petrolê ya yekem a sala nû hat lidarxistin.

Li Çiyayê Gabarê berê sibeha îro dest bi kolandina yekem bîra petrolê ya îsal hat kirin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yên Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar bi rêya telekonferansê beşdarî merasîmê bû.

“Em dixwazin sala 2025an bibe sala keşfên nû”

Alparslan Bayraktar got:

“Me derfetên kar zêde kirin. Her wiha di demeke kurt de hevalên me bi hewldaneke mezin boriya Îdil-Dortyolê xistin kar da ku ev petrol bi rêya wê bê veguhastin. Ev jî pir girîng bû.

Ev rastî nîşan dide ku projeya Gabarê çi qasî mezin bûye. Em dixwazin sala 2025an bibe sala keşfên nû û rekorên nû yên hilberînê."

Li Gabarê rojane zêdetirî 70 hezar bermîl petrol tê hilberîn û armanc gihîştina 100 hezar bermîlan e.

Petrola Gabarê salane du milyar dolar dahat heye û derfeta kar ji zêdetirî 3 hezar kesan re peyda kiriye.

“Sala borî bajarê herî zêde pêşketî Şirnex bû"

Parêzgarê Şirnexê Bîrol Ekîncî jî got:

“Îro li Şirnexê yek sembola pêşketin, hêvî û geşepêdanê heye, ew jî petrola Tirkiyeyê û petrola ku hatiye dîtin e.

Sala borî li Tirkiyeyê bajarê ku herî zêde pêşketî, bi rêjeya ji sedî 44 Şirnex bû."

Bîra petrolê ya yekem a Gabarê 13ê Îlona 2021ê ketibû kar.

Sala 2022yan dîtina 150 milyon bermîl petrola xav li wê herêmê hatibû ragihandin.

Berê Tirkiyeyê ji ber sedemên ewlehiyê nekarîbû li van navçeyan li petrolê bigere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst