Nakokiyên siyasî derbe li geştiyariya Kurdistanê daye

01-01-2018
RÛDAW
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Geştyar Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsal ji bo pêşwazîkirina sala nû, zêdetirî 20 hezar geştyar hatine Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Lê berawirdê sala borî, ev hejmarekî pir kêm e.

 

Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê kar dike da ku sala 2018ê, li gel çareserbûna pirgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di warê geştiyariyê de qevazekî bike.

 

Secî Hazim xelkê Mûsilê ye, lê ji bo di sersalê de derbaskirina demekê xweş, li gel malbata xwe hatiye Hewlêrê.

 

Secî dibêje: “Em duh hatine Hewlêrê, îro jî emê herin cihên geştiyariyê. Gelek xweş e û xelkê vê derê pir baş in. Ez berê jî hatibûme Hewlêrê.”

 

Bi tevê qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi berdewamî geştiyar ji parêzgehên Iraqê têne Başûrê Kurdistanê.

 

Yasir Turkî nîştecihekî din ê Mûsilê ye, ku hatiye Hewlêrê û diyar dike: “Ev yekemîn geşta me ye ku em ji Mûsilê hatine Hewlêrê. Heta niha rewşa Mûsilê ne baş bû lê niha êdî baş e. Ji vir û pêde dê geştiyarên Mûsilê zêdetir werin Kurdistanê.”

 

Li gorî amaran, îsal berawirdê par, rêjeya geştiyarên hatine Herêma Kurdistanê %70 kêm bûye. Sedema vê yekê jî bi pirsgirêkên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê ve tên girêdan. Karbidestên Bexdayê xelkê li naverast û başûrê Iraqê we têgihiştandine, ku rewşa ewlekarî ya Herêma kurdistanê pir aloz e.

 

Ebdulreza Ebd Hesen geştiyarekî din e ku ji bo bêhnvedana sersalê ji Bexdayê hatiye Herêma Kurdistanê. Ew dibêje: “Behsa wê yekê dikin ku li Kurdistanê rewşa ewlekariyê xerab e, lê ev ne

Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistan hewl dide rêjeya geştyaran bilind bike. Ji bo vê armancê jî di bernameya wan de heye, ku serdana Bexda û parêzgehên din ên Iraqê bikin.

 

Rêvebera Ragihandina Desteya Geştiyarî Nerîman Fazil dide xuyakirin: “Berawirdê sala borî, îsal hejmara geştiyaran pir kêm e. Lê piştî girtina sînoran, me li gel kompanyayên geştiyariyê civîn pêkanîn. Emê ji bo rakêşanan geştyaran hewldanên xwe bidomînin.”

 

Li gorî amarên fermî, di çend rojên derbasbûyî de, nêzîkî 15 hezar geştyar bi otomobîlên xwe hatine Hewlêrê. Herwiha nêzîkî 100 otobûsên kompanyayên geştyariyê jî geştyar anîne Hewlêrê.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst