Dojeha Ebû Xirêbê bi dîtina Fernando Botero
Fernando Botero yek ji nîgarkêşên navdar ên Kolombiya û cîhanê ye. Tabloyên wî li muzexaneyên mezin ên cîhanê tên dîtin. Peykerên wî li ser kolan û li nav baxçeyên gelek welatên cîhanê hatine danîn û xelk wêneyên xwe li kêleka wan digirin. Ji Ewropayê heta welatên Asya û Amerîkaya Latîn, Botero navekî naskirî ye û bi stîla xwe ya taybet bala hezkerên hunera şêwekariyê kişandiye û bi saya projeya xwe ya hunerî ya Ebû Xirêbê li welatên Ereban jî tê naskirin û girîngî bi hunera wî tê dayîn.