Photo Gallery

09-12-2020
13 Photos
RÛDAW

Şaredariya Bedlîsê li herêma gundê Ximbilçûrê li rûberê 30 donimî  5 hezar û 400 panêl danîne û elektrîkê hildiberîne.

Santral ji bo ji enerjiya rojê sûd wergirin li berojê çiya hate avakirin. Şaredariyê ji enerjiya ku ji santralê hate berhemanîn, biqasî 400 hezar lîre dahat bidest xistiye.

Şaredarê Bidlîsê Nesrullah Tanglay ragihand ku wan 50 proje amade kirine û hewl didin wan yek bi yek bi cî bînin.

Di çarçoveya Projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê de mehane 2,1 megavat elektrîk tê berhamanîn.