Vê dawiyê PKK çend Kurdên ji Silêmaniyê li navçeya Ereban a Til Temir di şer de dîl girtin. Berê jî PKKê çend Kurdên ji Kerkûkê dîl girtibûn. Her çiqasî Kurd timî dibêjin “Kurdên cîhadxwaz nemane”, lê rewş tiştekî din nîşan dide. Ev yek jî hin aloziyan ji Kurdên nasyonalîst re çêdike.
Cara yekê ku min bihîst ku Kurdên ji derveyî Sûriyê dibin endamên grûpên îslamî yên şerker ên Sûriyê, di Sibata îsal de bû. Her çiqasî ev ji min re ne surprîz e, ji ber ku her kes dizane ku îslama siyasî di nav Kurdan de û li Rojhilata Navîn belav bûye.
Li gor raporeke rojnameya Yeni Ozgur Politika, ku nêzîkî PKKê ye, hejmareke zêde ji Kurdên ku li Holendayê rûdinin, bi rêya mizgeftên li Holendayê tên germkirin, da ku herin li Sûriyê tevlî cîhadê bibib. Medyaya PKKê bi tundî li dijî wê yekê ye ku Kurd li Sûriyê herine cîhadê. Sedema wê jî ew e ku saziyên kurdî li Sûriyê yên nêzîkî PKKê zêdeyî carekê şerê grûpên îslamî kirine.
Herwiha PKK dixwaze ku Kurd bêhtir nêzîkî nasnameya xwe ya neteweyî bin û dûrî nasnameya xwe ya îslamî bikevin. Lê belê li gor gellek Kurdên ku li Ewropayê dimînin û yên li Kurdistanê jî, Misilmanbûn ji Kurdbûnê girîngtir e. Helbet vê dawiyê PKK bangewaziya dirustkirina rengekî “biratiyê” di navbera Tirk û Kurdan de dike.
Di Sibata îsal de belav bû ku Kurdekî Iraqê bi navê Hawkar Mihemed li Helebê hat kuştin. Ev nûçe jî cara yekê li Facebookê belav bû û kesên ku belav kirin grûpên îslamî yên kurdî bûn.
Medyaya holendî pirr bi cesaret bû di guhastina nûçeyan de ku dibêjin hinek “welatiyên Holendayê” beşdarî şerê li dijî rêjîma Esed dibin. Mebest ji wan welatiyan ew Kurd û kesên din bûn ku nasnameya wan a holendî heye. Her li Holendayê keçeke 16 salî dest ji dibistanê berda, ji ber ku diviyabû bi mêrê xwe re here Sûriyê.
Ji bîr jî nekin ku kesekî naskirî û bihêz ji Kurdên Sûriyê di nav rêzên El-Qaîde de heye, ku Îzedîn Ebdilezîz e û bêhtir mîna Yasînê Sûrî tê naskirin. Navborî ji Qamişloyê ye û tê zanîn ku berpirsê darayî û operasyonên rêxistinê ye. Herwiha niha li Îranê ye û ji aliyê Amerîkayê hatiye daxwazkirin. Herwiha di nav Cebhet Nusre, Xurebaa Şam û E-Qaîde de gellek endamên din ên kurd hene.
Lê gelo bi rêya mizgeftên Herêma Kurdistanê jî xelk tên germkirin, da ku tevlî cîhada li dijî Esed li Sûriyê bibin? Hinek dengo hene ku rêxistina Ensar El-Îslam tevlî şerê “cîhada” li dijî Esed li Sûriyê bûye, lê ev nehatiye piştrastkirin.
Zelal e ku PKK û PDK li dijî hebûna grûpên îslamî yên çekdar in li Sûriyê. Her çiqasî PKK timî PDKê sûcdar dike ku hevkariya Artêşa Azad a Sûriyê dike. Vê dawiyê Nêçîrvan Barzanî ji rojnameya Financial Times re got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji tevgera Cebhet Nusre û grûpên terorîstî yên din dilgiran e.
Hem PKK û hem jî PDK dixwazin ku Kurd ji bo nasyonalîzma kurdî şer bikin û ji bo îslamê şer nekin. PKK daxwazê dike ku Kurdên Sûriyê bibin endamên YPGê. PDK jî dixwaze ew Kurd bi kêmanî piştgiriya wê bikin. Lê dibe ku ev ne gengaz be û pêwistî bi piştgiriya zanayên îslamî yên kurd hebe. Partiyên îslamî yên kurdî jî red dikir ku ti kesî ji Kurdistanê bişînin nav tevgerên îslamî li Sûriyê.



