Hewlêr (Rûdaw) – Şîrovekarê Grûpa Krîza Navdewletî Noah Bonsey got, ku gelek alî û partiyên siyasî di nav Rêveberiya Xweser de hene lê kadroyên PKKê Cezîrê, Efrîn û Kobanî birêve dibin.
Şîrovekarê Grûpa Krîza Navdewletî Noah Bonsey, ku ev cara 5emîn e serdana Rojavayê Kurdistanê dike, lêkolîneke berfireh belav kiriye.
Noh Bonsey dibêje, tevî ku gelek alî û partiyên siyasî di nav Rêveberiya Xweser de cih digrin jî lê kadroyên PKKê hersê herêmên Cezîrê, Efrîn û Kobanî îdare dikin û herêmên kurdî di destê wan de ye.
Noah Bonsey dide xuyakirin, wî xwest hin kesayetiyên, ku rexneyan li PYDê dikin bibîne lê vê carê ew kesayetî yan girtî bûn, yan jî ji tirsa girtinê welat bicî hiştibûn.
Bonsey di derbarê girtina siyasetmedaran de eşkere dike, ku hinek berpirsên YPGê li dijî girtina siyasetmedaran in. Li gor ku ew dibêjin ev girtin bandoreke nerênî li ser wan çêdike, ji ber ku kesên têne girtin tu gefekê li ser wan nakin û li ser asta navdewletî dide xuyakirin ku ew îdareya kurdî dîktator e.
Şîrovekarê Grûpa Krîza Navdewletî diyar dike, xelk pir li ser pirsa koçberiyê diaxive û ji hev dipirsin ka kî maye û kî derketiye derve? Leşkeriya bi zorê û rewşa aborî sedemên koçberiyê ne.
Herweha Bonsey dibêj, ku xelekî nû ji navçeyên din yên Sûriyê berê xwe daye navçeyên kurdî û bicî bûye.
Bonsey derbarê pêwendiya Rêveberiya Xweser û PYDê bi PKKê re dide zanîn, ku wêneyên Serokê PKK Abdullah Ocalan li her cihekî bilind kirine, heta di nava ofîsên berpirsên Rêveberiya Xweser de jî fotoyên Ocalan têne dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse