Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Pêşbirka melevaniyê li Amedê birêve diçe

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2017
Li Amed a Bakurê Kurdistanê pêşbirka melevaniyê birêve diçe

 

Amed (Rûdaw) - Li Amedê di hundirê du rojan de di navbera werzişvanên nûciwan de pêşbirkên melevaniyê (avjeniyê) ango soberiyê tên lidarxistin.

 

Di 11 û 12ê Çile de di hundirê du rojan de li Amedê di navbera xwendekarên werzişvan ên dibistanên dûvnavendî de pêşbirkên amelavniyê tê lidarxistin.

 

Pêşbirk ku ji aliyê Rêveberiya Werzişan a Bajarê Amedê ve tê sazkirin, di navbera xwendekarên keç û kur ên dûvnavendiyên(xwendegeh/lîse) bajêr ve pêk tê.

 

Werzişvanên ku dibin yekem dê li bajarê Dîlokê li “Qehremantiya Herêmî” ya di navbera bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de nûnertiya Amedê bikin.

 

Werzişvanên Kurd di nav avê de çengên xwe ji bo yekemîniyê li ba dikin. Armanca hemûyan jî bi dest xistina xelatên yekemîniyê ye.

 

Îsal di pêşbirkên melevaniyê de 50 kur û keçên werzişvan beşdar dibin. Werzişvan di kategoriyên cuda cuda de serbest, serpiştkî, beqanî û perperikî bi çar şêwazên avjeniyê têdikoşin.

 

Li gor mamostayên melevaniyê heta niha ji ber nebûna hewzeke avjeniyê zêde xelatên serkeftinê bi dest nexistine.

 

Mamostayê Werzişa Melevaniyê, Namet Yildirim li ser pêşbirkên avjinyê di daxuaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Tesîsa me ya avjeniyê beriya mehekê îsal nû vebû. Xwedê hez bike di soberiyê/avjeniyê de em ê bi pêş bikevin. Dê gellek gêncên me bên bi vê werzişê re mijûl bibin. Digel ku li vir hewza avjeniyê tune bû jî di asta Bakur û Tirkiyê de 2 heb werzişkarên me bûn xelatên serkeftinê bi dest anîn. Em ê vê hejmarê bigihînin 10-20 hebî.”

 

 

Azad jî çend sal e dest bi werzişê kiribe jî dixwaze ku bibe yekemê cîhanê. Herwiha li gor wî avjenî ji bo tenduristiyê jî pir baş e.

 

Azad Çakar ji Rûdawê re got: “Ez îsal ketime pêşbirka avjeniyê. Av û avjenî ji bo laşê mirov û tenduristiyê jî gellek baş e.”

 

Mehmet Onûr wekî werzişvaneke serkevtî heta niha di asta herêmî bi dehan xelat bi dest xistiye. Lê armanca wî ne qaremantiya cîhanê ye. Ew dixwaze bibe mamostayê avjeniyê û werzişvanên serkeftî pêbigihîne.


Mehmet Onûr Avci jî ji Rûdawê re axivî û da xuyakirin: “Nêzîkî 10 sal e ez bi werzişa avjeniyê re mijûl dibim. Heta niha min derdora 50 xelat wergirtiye. Ez dixwazim di siberojê de werzişvanan pêbigihînim.”

 

Piştî qaremantiyê dê werzişvanên yekem ên Amedê li ser navê bajarê xwe di meha Sibatê de li bajarê Dîlokê dê beşdarî pêşbirkên herêmî bibin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
732 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amin zaxoly | 2017-01-16 11:18:19 PM
Her bejit her Bejit deste we xoshbe bejit kurd bejit kurdistan
Amerîka ‘mezintirîn konsulxaneyê’ li ser asta cîhanê li Başûrê Kurdistanê vedike
| 14 demjimêr berê | (1)
ALAN AMEDI | 2017-01-16 12:12:34 PM
RASTI, "Tahle" ne usa??!Min li ser $a$i'yén Rudaw TV u "beyanatén" Osman BAYDEMIR-QENDIL yén "sexte", ji diroka PKK u helwestén wé yén "Diji...
Serxwebun | 2017-01-16 2:20:06 PM
Nıha mın qet u qet evê yekê fêmnekır, gelo çıma dema pkk dı tengasiyêdeye bı riya kesên wek Osman rol dıde hêz u şexsiyetên başur?! Çıma jı alikive...
Baydemîr: Enqere, Tahran, Şam û Bexda mecbûrê Hewlêrê ne
| 15-1-2017 | (6)
lolozano | 2017-01-16 9:38:21 AM
Mamosteyê Hêja Arif Qirbanî!Xêr û bêr an Samanên Miletên Îranê,yên ku mane, Rijîm,nîvî ji bo berjewendîyên xwe yên teybetî,bi kartîne û nîvîyê din...
ALAN AMEDI | 2017-01-16 12:52:35 PM
Mamoste Arif, disa "kani"ya Gund herimand!Po$eroja Kùrdistané, ne karé te ye bira;Insanén bé VIZYON u bixwe "nebawer",XEYRAN'é dijminé xw ye! Arif,...
Awirekî bidin Îranê
| 11-1-2017 | (2)
Musa | 2017-01-16 5:33:35 AM
Rojhilata Navîn, jixwe bûye kamp. Rêxistinên terorîst û hin devlet jî agirê terorê geş dikin. Cihê ku tê de şer û pevçûn hebe helbet koçberî û...
Rojava - 3000 zarok li Kampa Holê li benda alîkariyê ne
| Duh vî demî 12:25 | (1)
0.375 seconds