HEWLÊR - Li embarekî çek û teqemeniyan teqîn çêbû

05-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Çek Pêşmerge Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Kanî Qirjale ya li nêzîkî paytext Hewlêrê li embarekî çek û teqemeniyan teqîn pêk hat.

 

Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand, ku demjimêr 11:00ê îşev (05-08-2018), li gundê Kanî Qirjale depoyekî çek û teqemeniyan teqiye.

 

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şivan Ebdulqadir ji Rûdawê re ragihand, ku piştî teqînê agir derketiye û agir jî ji aliyê tîmên wan ve hatiye kontrolkirin.

 

 

 

 

Şivan Ebc,dulqadir da zanîn, ku di bûyerê de ti ziyaneke canî nebûye û herwiha got ku heta niha jî sedema teqînê nehatiye zanîn.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê ew embar a Hêzên Pîştevanî ya Yek a Pêşmerge ye.

 

Gundê Kanî Qirjale 10 kîlometre li rojavayê bajarê Hewlêrê ye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst