Em xwe perçeyekî civaka Almanyayê dibînin

17-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Resad Ozkan

Almanyan (Rûdaw) - Mehmet Tanriverdi serokê Hevgirtina Kar ya Federal a Rêxistinên Koçberan - BAGIV e û cîgirê serokê Civata Kurd li Almanyayê ye. Ew herwiha endamê Lijneya Entegrasyonê ya bi serkêşiya hikûmeta Almanyayê ye. Tanriverdi ku ji Bakurê Kurdistanê ye û ev 33 sal in li bajarê Giessen ê Almanyayê dijî. Ew di wê baweriyê de ye ku pêwist e Kurdên li Almanyayê dijîn xwe li gor berjewendiyên xwe yên civakî yên li vî welatî birêxistin bikin. Mehmet Tanriverdi ku ji ber karên xwe yên civakî xelata rûmetê ya dewleta Almanyayê jî ji serokkomariya Almanyayê wergirtiye, pirsên Rûdawê bersivandin.

 

Hûn serokê Hevgirtina Kar ya Federal ya Rêxistinên Koçberan (BAGIV) û rêveberekî Civata Kurd li Almanyayê ne. Pêwendiyên di navbera hikûmeta Almanya û komelên kurdan yên li vî welatî çawe ne?

Mixabin ti têkiliyên fermî yên hikûmetê bi Kurdên li Almanyayê re dirust nebûne. Heta niha ligel nûnerên Kurdan ti peyman yan rêkeftin nehatine danîn. Her ku hebûna Kurdan li Almanyayê ji mêj ve berbiçav e, ev komelgeh heta niha ti caran bi şêweyekî fermî nehatiye nasîn. Ligel ku Kurdan gellek caran hewl daye ku komelgeha wan bi fermî bê nasîn, ev destpêşxerî ji aliyê hikûmetê ve hemû hatin redkirin. Bêguman Tirkiye tesîr li Almanyayê kiriye û bi vî rengî jî mafên mirovan ên hemwelatiyên Almanyayê bûn qurbana berjewendiyên aborî. Digel ku ji çend salan ve Almanyayê pêwendiyên baş bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re dirust kirine, wekî mînak li Kurdistanê balyozxaneyek, nûnertiyeke aborî û saziyeke zimanî (Goethe) hene, divê mirov amaje bi van nakokiyan bike. Divê di vî warî de guherîn pêk bên.

Li gora agahiyên nefermî li Almanyayê nêzîkî 1 milyon Kurd hene. Almanya çima ji bo naskirina nasname ya kurdî ne amade ye?

Rast e ku komelgeha kurdan a li Almanyayê bi hejmara xwe ve piştî koçberên ji Tirkiye û Rûsyayê hatine, mezintirîn komelgeha biyanî ye. Bi fermî ew wekî hemwelatiyên tirk, îraqî, îranî û sûrî têne hesibandin. Nêzîkî nîvê van kesan hemwelatiyên Almanyayê ne. Em dikarin bibêjin ku koçberên kurd ji koçberên tirk hesanîtir biryara wergirtina hemwelatîbûna Almanyayê didin. Bes mixabin kes vê yekê nabîne.

 Mafên mirovan giring in di vê mijarê de. Mîna komelgehên din ên koçberan, Kurdan li her 16 eyaletên vî welatî  ew maf nîn e ku dersên zimanê dayikê bixwînin. Rewş di warê ragihandin û civakî de jî wisa ye. Ma gelo egera hindê çi ye ku dezgeheke radyo û televîzyonê ya wekî Deutsche Welle ku ew dezgeh li seranserê cîhanê pexşa xwe bi gelek zimanan pêşkêş dike, îro kurdî nake di bernama xwe ya weşanê de? Nasîna kurdan wek komelgeheke serbixwe kiryareke siyasî ye. Heke Almanya Kurdan bi fermî binase, dê Almanya sûdê jê werbigire. Ji ber ku Kurd hingê dê hest pê bikin ku ew tên qebûlkirin. Hingê dê Kurd jî hesanîtir bibin beşekî vî welatî. Bi rastî rewşeke kembax e ku berjewendiyên aborî, yên ku me li jor îşaret bi van kir, ji daxwaz û hêviyên gelek hemwelatiyên Almanyayê giringtir in. 

Saziya Civata Kurd li Almanyayê yekem car beşdarî Konferansa Wezîrên Perwerdê ya Almanyayê bû û we li ser navê Kurdên li Almanyayê dijîn peymanek imze kir. Ev peyman wê di siberojê de ji bo perwerdeya zarokên Kurd were çi wateyê û her wiha ev peyman çawe pêk hat?

Kurd di sala 2007ê de beşdarî yekemîn civîna Wezaretên Perwerdê bûn. Hingê mijara serekî bicihanîna bernama entegrasyonê bû. Vê carê jî peyman li dor lihevkirineke dualî ye, ango li aliyekî her 16 parêzgehên ku di warê perwerdeyê de berpirsyar in, li aliyê din jî hemû rêxistinên koçberan. Li aliyekî divê hemû parêzgeh û birêveberiyên xwendingehan xwe zêdetir bi berdestkirina hemû pêdiviyan ve biwestînin. Li aliyê din divê em wekî rêxistinên koçberan jî bi hemû hêz û şiyanên xwe di nava komelgehên xwe de xebat bikin da ku dayik û bavan beşdarî pêvajoya perwerdeyê bikin. Merema herdu aliyan helbet ew e ku di warê xwendin û perwerdeyê de wekhevî peyda bibe û ti aliyek rastî astengiyan nebe.

Gelo bertekên YEK-KOM û KOMKARê li ser imzekirina peymanê çêbûn?

Li gor ez dizanim ew pê kêfxweş bûn. Mesele bihêzkirin û piştgiriya zarokên kurdan e, ango mesele paşeroja van zarokan e. Ne giring e ku kê ji Kurdan ew peyman îmze kiriye.

Pêwendiyên di navbera saziyên kurdan yên mîna KOMKAR, YEK-KOM û Civata Kurd li Almanya çawe ne? Hûn çima ji bo berjewendiyên Kurdan bi hev re naxebitin, hêza xwe nakin yek û bandorê li ser civak û siyaseta Almanyayê nakin?

Me wekî komelên Civata Kurd li Almanya piştî ku heyva nîsanê kongra xwe ya nûvejenkirinê pêk anî, me pêşiyê serdana YEK-KOMê û paşî jî serdana KOMKARê kir. Ji bo em li ser van babetan biaxivin. Em amade ne ligel hemû komele û rêxistinên kurdan li Almanyayê bixebitin; çênabe ku dîtinên cuda yên siyasî bibin asteng li beramberî hevkariya me. Cudahiya herdu rêxistinên li jor û Civata Kurd li Almanyayê ew e ku em bala xwe pirrtir didin daxwaz û hêviyên koçberên Kurd yên li vî welatî û xwe perçeyekî civaka Almanyayê dibînin. Herdu rêxistinên din ji avabûna xwe û vir ve xebatên xwe zêdetir girêdayî Kurdistanê bi rê ve dibin. Her wisa bandora partiyên siyasî jî li ser wan heye. Xwe nezîkî partiyên Kurdistanê dibînin û di bin bandora wan de ne. Ew herdu dezgeh ji bo me dewlemendiyek e û tesîra wan li komelgeha kurd jî mezin e. Civata Kurd li Almanya ne hevrikê wan e. Avabûna komeleya me ji bo xuyabûna pirrengiya Civata Kurd ya li Almanyayê pêdewiyek bû. Zû yan dereng em jî yê bibin xwedî rêxistineke ku nûnertiya hemû aliyan bike. Nimûne hene; Wekî Cihûyan, Ermen, Yewnan û hin dezgeh û komeleyên koçberên din yên li Almanyayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst